Gundiyên bajarê Merîwanê nerazîbûna xwe tînên ziman

20:39 - 22 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Destinîşandkirina cihê nû bo komkirina kirs û paşmayan, li nêzîkî rûbara “Girdalan”ê, ji aliyê şaredarî û şêvra bajarê Merîwanê, nerazîbûna xelkên şeş gundên girêdayî wî bajarî li pey xwe aniye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyên gundên wekî, “Kulîc, Şêxe Kewîre, Derî, Nişikaş, Wisne, û Ne Ne” derheq destnîşanikirina cihê nû bo komkirina kiris û paşmayan, li nêzîkî rûbara “Girdalan”ê ji aliyê şaredarî û şêvra bajarê Merîwanê nerazîbûna xwe anîne ziman.

Çend roj berê destinîşandkirina wî cihî, şêvr û şaredariya bajarê Merîwanê ragehandibûn ku, evder demkî ye bo komkirina kiris û paşmayan, heya avakirina karxaneya bikaranîna dubare, kiris û paşmayên bajêr wê wir kom bikin.

Mesafeta cihê hatî destinîşankirin bo komkirina kirs û paşmayên bajêr, ji riya serekî ya di navbera bajarê Seqiz û Merîwanê, tenê 200 metirovan e û bo rûbarê jî tenî 300 metrovan dûr e.

Encûmena Kesk ya Çiya ya Merîwanê di vê derheqê de ragehandiye ku: “Destinîşankirina cihekî wiha ku, dibe sedem di heyama barîna baranan de , qirêja kirs û paşmayan bo nav rûbarê biherik e, wê rûbarê heya avibenda Daryanê şêlû û pîs bike, û ev yeka di warê tendrustiyê ve, drust nine ku ava vexwarina gundên ku di hevrasta vê rûbarê de ne, û wir tên dabînkirin, û di demeke nêzîk de wê karesata jîngehê li pey xwe hebe”.

Wê Encûmena Jîngehparêziyê pêdagîrî jî kiriye ku: “Di demekê de ku rêçareyeke hêsan bo komkirin û bi karanîna dubare ya kiris û paşmayan heye, û birêvebirina vê bo karbidestên hikûmetê gellek hêsan e, û herwisa ji navbirin û têkdana jîngeha deverê nayê qebolkirin”.

Di heyama meha Îlona îsal de, welatiyên bajarê Merîwanê, nerazîbûna xwe derheq komnekirina kirs û paşmayên di nav bajar de ji aliyê şaredariyê ve, wan hemû kirs û paşmayên xwe li pêş deriyê şaredariya bajêr komkirin û şevtandin.