Gundekî 6 hezar salî li Hewramanê hate dîtin

21:27 - 10 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Li şaristana Serwabada ser bi parêzgeha Kurdistanê şûnwarên gundekî 6 hezar salî hate dîtin.

Li gora raporên nûçegihaniyan, serperestê lêkolîna li ser şûnwarê kevn ê Serçema nêzî gundê Ruar girêdayî Serwabada parêzgeha Kurdistanê ragehand ku wan gundekî şeş hezar salî dîtin.

Di vê derheqê de Emîr Sa’id Mûçişî serperestê lêkolîna li ser şûnwarê kevn ê Serçemê ragehand ku: “Ew gundê ku hatiye dîtin ya dewranekê ye ku şûnwarnas wekî dewrana “mîsê kevrîn” ((Eneolithic) bi nav dikin”.

Li gora gotina navbirî di van lêkolînan de şûnwarên wekî “Sofal, tasên kevirîn, alavên kevirîn, paşmayiyê hestiyên ajelan û paşmayiyê avahîsaziyan hatine vedîtin.

Vî şûnwarnasî herwisa ragehandiye ku ew lêkolînên vê dawiyê dikarin gellek zanyariyên baş li ser şêweya jiyan û kevneşopiyên çandî û pêwendiyên wan bide lêkoleran.