Gultan Kişanak Bang li CHP û MHP Kir: Bila Tirkiye Bibe Welatê Hemû Kesî

15:21 - 10 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hevseroka giştîya BDP’ê Gultan Kişanak, xwest di pêvajoya aştî û çareseriyê de CHP û MHP jî berpirsyariya xwe ya çêker bi cih bihînin û banga “Bila Tirkiye bibe welatê hemû kesî” li hemû derdoran kir. 

Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak, îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlemena Tirkiyeyê de axivî. Kişanak di axavtinên xwe de rewşa siyasîya Tirkiyeyê û pêvajoya aştîyê û bûyerên zanîngeha Dîcle ya Amedê nirxand. Gultan Kişanak diyar kir, ku Selahedîn Demîrtaş nameya Qendîlê ya ji bo Îmraliyê bi xwe re aniye û niha li Amedê ye û ji ber vê yekê ew di vê civînê de diaxive. Kişanak destnîşan kir, parleman di çareserkirina hemû pirsgirêkan de rolên mezin bi cih anîye û xwest Parlemena Tirkiyeyê jî bo çareserkirina pirsgirêka kurd berpirsyariya xwe bi cih bihîne.

Kişanak ji bo ku rola xwe bi cih bihînin banga berpirsyariyê li CHP û MHP’ê jî kir û wiha got: “Ez dixwazim bibêjim bi taybetî jî MHP bi helwesta xwe vê pêvajoyê sor dike, dizêrîne. Bila di vî baxçeyê gulan de gula Spartayê jî gulnixîna (şilêr) Culemêrgê jî hebe. Hin kes mixabin dixwazin di vî baxçeyî de gulan biçilmisînin gulnixînan ji holê rakin û tenê li vî baxçeyî strî hebin. Lê kesên ku dibêjin em ji miletê xwe, welatê xwe hez dikin, di şûna striyan de baxçeyê gulan dixwazin.Dixwazin ev welat bibe baxçeyê gulan, bibe baxçeyê gulnixînan. Em dixwazin ev welat bibe welatê hemû kesî.”

Gultan Kişanak bêyî ku nav bide, bûyerên qewimî yên li Zanîngeha Dîcleyê di navbera alîgirên Hîzbullahê û BDP’ê de jî nirxand û banga dûrkevtina ji şer û pevçûnan li ciwanan kir. Kişanak got , kuev pêvajo pêvajoyeke siyaset û demokrasiyê ye û wiha got: “Ciwanên delal; pêvajoya ku em tê de ne, ji bo jiyaneke demokratîk e. Divê di pêvajoyeke wiha de hemû kes xwe ji nû ve binirxîne. Hûn jî xwedî li hev derkevin, bi eqlekî selîm tevbigerin. Dibe ku hin kes şerên wiha bixwazin, dibe ku hin kes sor bikin, bizêrînin, tehrîk bikin. Lê divê hûn nekevin vê davikê, divê hûn bi berpirsyarî tevbigerin û pêşî li şer û pevçûnan bigrin.”

Kişanak bi bîr xist, ku ji aliyê wê derdorê ve bi hezaran kes bi kuştinên kiryar nediyar hatine kuştin û xwest di vê pêvajoyê de bûyerên berê yên tarî jî bihêne ronîkirin.
Jêder:PNA