Gullereşandina rasterast a leşkerên Hikûmeta Îranê canê ciwanekî 19 salî girt

21:25 - 23 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Selmasê di encama gullereşandina rasterast a leşkerên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 4 rojan berî niha ciwanê Kurd yê bi navê “Tohîd Heqdar” temen 19 salî û kurê “Barzan” xelkê gundê “Dostan” a girêdayî devera “Şipîran” a ser bi bajarê Selmasê, ji ber gulleberdana rasterast ya leşkerên Hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Şinoyê jiyana xwe ji dest da.

Termê wî ciwanê Kurd di pizîşkê yasayî a bajarê Nexedê de ye û heyanî belavbûna vê nûçeyê , termê wî radestî malbatê nehatiye kirin.

Wî ciwanê Kurd bi sedema hejarî û destengiyê, û ji bo dabînkirina hewcehiyên jiyanê rû li deverên sînorî kiribû.

Herwisa roja Çarşemî 17`ê Gelawêja îsal jî, du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Selmasê yên bi navên “Cawîd Hekarî” û Haşim Tehuryan”, li ser sînorê bajarên Şino û Umriye ji ber gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê canê xwe ji dest dan.