Guhnedan bi rewşa xirab a girtiyekê, gireva birçîbûnê ya wî bi dû xwe re anî

19:57 - 7 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd bi navê “Husên Şadrewan” xelkê bajarê Seqizê, bi sedema guhnedana berpirsyarên girtîgehê bi rewşa nebaş ya wî, dest avête gireva birçîbûnê.

Li gorî rapora gehiştî destê Kurdpayê, Husên ku niha di girtîgeha bajarê Seqizê de binçav e, ji roja 28’ê heyva Xezelwer ya îsal ve, dest avêtiye gireva birçîbûnê. Lê serbarê rewşa wî yê nebaş, heya niha tu berpirsyareke girtîgehê bidûre çûn bo rewşa navbirî nekirye.

Çavkaniya nûçeyê ragehand ku, roja 20’ Gelawêja îsal, Husên Şadrewan tevî du birayên xwe bi navên Zahid û Ebdullah bi tometa “Qaçaxa kelûpelan” li devera “Xorxore” ya bajarê Seqizê, bûn armanca guleyên hêzên leşkirî ên Komara Îslamî û piştere her sê bira bona çareseriyên pizişkî bo nexweşxaneya bajarê Sinê hatine şandin û, di encam de Ebdullah kêmendam ket.

Tê gotin ku di dema nivandina nexweşxaneyê de, Husên destbiser û bo girtîgeha Seqizê hatiye şandin û ji wî çaxî ve heya nih, keysa navbirî di dezgeha dadweriya Komara Îslamî de venebûye û karbisestên têkilîdar jî, xwe ji pêdeçûn a bi keysa navbirî, vedişêrin.