Greva karkerên bendava Biniyer li Sinê

19:59 - 29 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik ji karkerên bendava xwelî bi navê Azadî li Biniyer li şarê Sinê, bi hegera wernegirtina karmiza 4 heyvan, amade nebûn herin ser karê xwe.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li rojên Sêşem ûÇarşem(6-7) heyva Cozerdan, karkerên bendava Biniyer, paş mana wergirtina karmizên xwe protesto kirin û kombûna protestoyê anîn pê.

Xwedîkar û xwediyên projên bendava Biniyer, xwe ji dana karmiza hevvaneye heyvên Rêbendan û Reşema sala 1392 û Xakelêwe û Banemera sala 1393 bi karkeran xwe parastine.

Li vê barê de, komîta hevdengiyê weşandibû, hejmara wan karkeran ku li sedem wernegirtina karmiza xwe, dest bi girêvê kiribûn, 450 kes bûne.

Bendava xwelî ya Azadî, li sala 1384a rojî de bi fermî dest bi anîn pêyê kirine û bendav li nêzî gundê Biniyer li bexşa Kelaterzana şarê Sinê deye.

Li midê dest bikar bûna vê bendavê heya niha , bi dom pirsgirêk bo karkeran anîne pêû zor car jî, karker li sedem protesto kirin, ji aliyê xwedîkaran de ser kar derxistine.

Derxistina karkeran û daxistina cê kar kirin li Îranê de, bi hegera kirîza ekonomik, wisa kiriye ku hejmara bêkarî bigije asta kirîzêû gorekî jimar û statîstîkan, bêkariya ciwanan zêdetir ji %24e.

Bi gotina wezîrê kar yê welatêÎranê, pişkik berçac ji vê jimarê, ciwanên xwendekarên xwedî derfetname ji zanîngehanin ku temenê wan li nawbera 20 heya 29 salan deye.