Greva gelemperî a destek kirina zindana Urmiyê li Kurdistanê pêkhat

20:29 - 22 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Vexwendina giştî a destek kirina hepsa Urmiyê li Rojhelatê Kurdistanê, bi rêve çû û bi hezaran kes bi girêdana derabeyên dukanan, piştevaniya xwe bi vê helmetê re nîşan dan.

li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û kampaniya “Urmiye dilê Kurdistanê ye,” bajarên Mehabad, Seqiz, Sine, Şino, Pîranşehr û Rewanser bi haletê niv girêdayî man û dukan li piraniya bajaran de nehatin vekirin.

Li Mehabad û Seqizê hêzên ewlekarî zext xistin e ser welatiyan û bi destê zorê li hindik makanan derê dukanan şikandine û kesên ketî girevê, bi standina pereyan ceza kirin e.
\"23770.jpg\"
Memûrên hikûmeta Îranê derabeyên dukanan bi sedema greva destek kirina Urmiyê dişkênin
Li gorî raportên bi dest ketî li piraniya bajêrên Îranê derê dukanan nehatin vekirin û hikûmetê ji rewşeke ewlekarî bi ser bajaran û xelkê de pêkanî.

Hêjayî gotinê ye ku li Sine bi armanca destek kirina hepsa Urmiyê, bajarokê pîşeyî (şehrek senetî) hat girêdan.
\"23769.jpg\"
Mehabad, Seqiz, Şino, Pîranşeh û Riwanse, niv girêdauyî man û piraniya dukanan hatin girêdan
Kampaniya (Urmiye dilê Kuerdistanê ye) hindik wêneyên Mehabadê belav kirne û nûçeya destek kirin piranya gundên Rojhelatê Kurdstanê jî li gireva Urmiyê pişt rast kir.

Çalakvanên siyasî, rojnamenivîs û çalakvanên mafên mirovan, hefteya borî bi riya torên civakî gazî ji xelkê Kurdistanê kiribûn ku roja 22’ê Çileya Pêşîn a 2014’an(1’ê Befranbar a 1393’an a Rojî) greva desetk kirina girtiyên siyasî ên Urmiyê pêk bînin.

Zimanetên karên bijîşkî ên hewce, zêrevanî kirin ji hemû girtiyên zindanê hember eşkenceyan û reftarên ne mirovane ên karbidestên hikûmeta Îranê qaşo girtiyan de, ji xwestekên din yên girtiyên ketinî girevê, di hepsa Urmiyê de, tên hesibandin.

Hêjayî gotinê ye ku girtiyên siyasî ên hepsa Urmiyê iro 33 roj bi pey xwe hiştin lê hîna berpirsên hikûmeta Îranê xwstekê wan cî bi cî nekirin e.