Goristan û Zozanên gundeke derdora Nexedê hatin şewitandin

15:28 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Goristan û Zozanên gundeke derdora bajarê Nexedê bi destê kesên nenaskirî hat şewitandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Çarşemiyê berwar 10’ê Tîrmeha 2013’an zozan û qebiristana gundê “Xelîfan”ya ser bi bajarê Nexedê dinava agir de şewitîn.

Bi gotina yek ji akinciyê wî gundî, li demeke kin de Îdareya Agir wmirandinê li bûyerê hatiye haydar kirin, lê seva dereng gihîştina memûrên vê Îdareyê bo cihê bûyerê nekarîne agir kontrol bikin.

Seva dereng hatina Îdareya agir wemirandinê bo cihê bûyerê,ziyanek berçav ya madî bi welatiyan gihîştiye.
\"13857.jpg\"

\"13859.jpg\"

\"13860.jpg\"

\"13858.jpg\"

\"13856.jpg\"