Gorek bi Kom li Herêma Selmasê hat vedîtin

16:28 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Gorek bi Kom a 40 kes ji Penaberan ji Aliyê Guniyan ve li Herêma Selmasê li ser Sînorên Îran û Turkiye hate peyda kirin.

Pêka Nûçeyê Gihîştî bi Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, ji Aliyê Guniyên Gundê “Çar Sitûn”a Navendiya û “Deşwan”a Kohsarê ên Selmasê ve Gorek bi Kom hat peyda kirin.

Akinciyek Herêmê ji Nûçegihanê Kurdpa re dibêje piştî Vedîtina Vê Gorê, Hêzên Ewlehî derdora li derdora Gund cihgir bûne û nahêlin kese biçe nêzî wan Goran.

Ev Welatî dide kifşê ku ev Gor çê dibe yên Welatiyên Efxanî, Pakistanî an jî Îranî bin ku xwastine ji Sînor bi Awayek ne asayî derbas bin.

Wî welatiyê got ku ev 40kes bi destê Hêzên Komara Islamî hatine kuştin.