Gora bikom ya herî mezin li Şingalê hate dîtin
19:42 - 5 Kanûna Paşîn 2016
Kurdpa: Hêzên Pêşmerge ên Herêma Kurdistanê li Şingalê goreke bi kom dîtin ku, mixabin 288 kes têde hatine binax kirin.
Ligorî nûçeyên belavbûyî,ev gorê bikom ku 288 kesî lixwe digire, li bajarê Şingalê û di 520 kîlomêtriya bajarê Bexdayê hatiye dîtin û heya niha, nehatiye zanîn ku kesên di gorê de kî ne û, xwediyê çi ol û mesebekî ne.
Heyamek berî niha jî li gundekî derdora Mûsilê, gorekî bikom hate dîtin ku 120 terim lixwe digirtin, lê gora ku niha ji aliyê hêza pêşmerge ve hatiye dîtin, piştî rizgarkirina Şingalê, bi gora herî mezin tê naskirin ku hatiye dîtin.
Piştî êrîşa DAÎŞ’ê bo ser herêma Şingalê, bi hezaran hemwelatiyên Kurd ên Êzidî bi kom hatin kuştin û herweha 50 hizar Êzidî jî, neçar man ku mal û halên xwe bicih bihêlin û, ber bi Herêma Kurdistanê ve birevin.