Gola Zirêbarê di bin gefa li navçûnê de ye

14:01 - 30 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: pêka dawîn lêkolîna ku li ser rewşa gola Zirêbar hatiye kirin, hatiye zanîn ku roj bi rojê ava gola han kêm dibe û gefa hişk bûna yekcarî li ser vê golê ye.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’  seba kêmtirxemiya karbidestên xozayê û hikûmetê û her wisa hatina av û averoya hin li taxên derdûra bajarê Merîwanê bo nav gola Zirêbarê, egera linavçûna gola han roj bi rojê zêdetir dibe û sal bo slaê gola zirêbarê Koşketir dibe.

salane bi hezaran gerok li seranserî Îran û derve serdana gola Zirêbarê dikin û serbarê vê yekê kû dahatekî gelek rind jibo dewletê heye, lê heya niha tu xizmetgozariyek jibo vê golê nehatiye encam dan.

gola zirêbarê wek yek ji mezintirîn golên ava Şirîn a cihanê ye kû li parêzgeha Kurdistan a Îranê û bi dûrîya 3 kilomêtr li rojavayê bajarê Merîwan hilketiye.

Hişkbûna gola Zirêbarê dibîte sebebê têkçûna rewşa xoza û seqayê û bandorekî gelek xirab li ser deverê dibe.