Gola Urmiyê Nefesa dawiyê dide

15:48 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Ji 70% li ava gola Urmiyê hişk bûye û ava golê her ku diçe kêm dibe , rewşa niha ya gola Urmiyê di 50 salê borî de bê wêneye.

Nûnerê Urmiyê li Parlamentoya Îranê” Nadir Qazîpûr” hişyarî da berpirsên peywendîdar û got eger rê li ziwabûna Gola Urmiyê neyê girtin ew navçe dibe deşteke spî ya xwê. Qazîpur got: ‘’Eger kêmbûna ava wê golê neyê kontrolkirin, wê demê zerareke zêde dide aboriya navçeyê.

Gola Urmiyê di salên borî de ligel gelek belayên siruþtî û mirovî rûbirû ye û bi baweriya karnasan gol niha bêhnên xwe yên dawiyê dikþîne û ber bi ziwabûnê diçe. Çêbûna vê diyardeyê xelkê deverê û parêzvanên jîngehê bi ciddî nîgeran kiriye. Çavkaniyên herêmî eþkere dikin, ev diyardeya Gola Urmiyê ji du mehan berî niha destpê kiriye û di salên berê de jî bi kêmî dihat dîtin, lê berpirsyar di vê debarê de gelek xemsariyê dikin.

Karnas sedemên sereke yên sorbûna ava Gola Urmiyê zêdebûna xwê di nav ava golê de,

Tê gotin ku Gola Urmiyê di warê şorbûnê de gola cîhanê ye û di warê mezinbûnê de jî 20’em e. Rûberê golê nêzîka 2 milyon donim zevî dibe. Gola navbirî dikeve bakurê Rojhilatê Kurdistanê û sînorê navbera Kurdistan û Azerbeycan pêk tîne.

Parka Navneteweyî ya Gola Urmiyê di asta Îranê de yek ji balkêştirîn jîngeha xwezayî ye. Niha 102 gravên wê golê hene û li nîvê van gravan projeyên niştecîhbûnê hatine cîbicîhkirin. Nivê din jî wek xwe mane û hejmarek ajelên kovî wek xezal û pezkoviyan di wan de dijîn.

Ajansa MEHR ya Komara Îslamiya Îranê daxuyakirin ku kêşeya mezin ya gola Urmiyê, çêkirina bendavan liser rûbarên ku ava wan dirêje wê golê ye.
\"13878.jpg\"

\"13877.jpg\"