Gola Urmîyê di heyameke kin de li nav diçe

13:06 - 13 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Gola Urmîyê seva xemsarî û klmtir xemiya karbidestan di heyameke kin de, bi yekcarî li nav diçe.

Nadir Qazîpûr Parlimantoyê Urmîyê bi malpera fermî a Mecilisa Îranê ragehand: gola Urmîyê a niha li halê li navçûnê deye û pitir ji 50 gundên derdûra vê golê hatine çûl kirin û jibo vegohastina gundên derdûra gola Urmîyê 25 hezar milyard timen hevceye.

Qazî Pûr ragehand: eger xemsariya karbidestan bi wî awayî dirêjî hebe li demeke kin de gola Urmîyê linav diçe ku zerer û ziyana vê bi sedan milyard dolaran nahê qrebû kirin.

Parlimantoyê Urmîyê got: seba goh nedana karbidestan û aliyên peywendî dar , rêjeya ava gola Urmîyê roj bi roj kêmtir dibe û di heyameke kin de gola han bi tevahî li navdiçe û em dibe çaverêyê bahoza Xowê li herêmê de bin.

Gola Urmîyê heyamê çend salane ku li gel kêşeya kêm avîyê rûbirû bûye û heya niha pitir ji %65 a gola han hişk bûye.