Givaşxistina ser mamostayên olî yên Kurd berdewam in

15:51 - 6 Şibat 2018
Ajansa Kurdpa: Di doma gazîkirina mamostayên olî yên Kurd, ji aliyê hêzên Îtila`ata hikûmeta Îranê ve, mamostayê gundê “Seholan” a girêdayî bajarê Mehabadê jî, ji bo vê navenda ewlehiyê a hikûmetê hatiye gazîkirin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja derbazbûyî, 16`ê Rêbendana 1396`an, îdareya Îtila`ata bajarê Mehabadê, mamosta “Murad Êkram” mamostayê olî yê gundê “Seholan” a girêdayî bajarê Mehabadê, ji bo navenda ewlehiya hikûmetê hatiye gazîkirin.

Li gora gotina çavkaniyên haydar, îdareya Îtila`at a bajarê Mehabadê, ev mamostayê olî ji ber ewê ku, di nimêja roja Înê de, derheqê mesebê îmam “Şafi`î” de axivîbû, hatiye gazîkirin.

Herwiha hêzên îdareya îtila`atê ji navbirî re gotine, hekî ev wan gotinên xwe dûbare bike, wê wî dûr bixin.

Hêjayî basê ye ku, di roja Şemî 2`ê Befranbarê de jî, bi maneya hebûna pêwendiyên wî mamostayê olî digel girûpên tundrev, hezên îdareya îtila`atê navbirî ji bo vê navenda hikûmetê gazî kiribûn û ji bo heyama 3 demjmêran lêpirsîn jê kiribûn.