Givaş û gefên îdareya Îtila`ata bajarê Mehabadê li ser malbatên çalakvanên siyasî berdewam dike

21:20 - 23 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Îtila`ata Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê li bajarê Mehabadê, givaşên zêde xistiye ser malbatên endamên partiyên Kurd û her di vê derheqê de jî daxwaza anîna zarokên wan kirine.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa Nêçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, îtila`ata Spaha Pasdaran, malbatên partiyên Kurd ji bo vê navenda hikûmetî gazî kirine, û ji wan daxwaza alîkariyê kirine.

Li gorî gotina yek ji kesên nêzîkî van malbatan, îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Mehabadê, bi standina soz û qewl û wergirtina vajoyan, li malbatên endamên partiyên Kurd, givaşên zêde xistiye ser malbatên endamên partiyên Kurd ji bo anîna zarokên xwe.

Vê çavkaniyê herwisa ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku, îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Mehabadê, ji malbatên endamên partiyên Kurd re ragehandiye ku, yan zarokên xwe ji bo Îranê bînin, yan jî ji van re bêjin da ku dev ji Herêma Kurdistanê berdin.

Li gorî vê çavkaniyê, îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Mehabadê, ji malbatên endamên partiyên Kurd re ragehandine ku dibe di destpêka hemû mehan de xwe ji bo îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran a li bajarê Mehabadê re bidine naskirin.

Di heyama hefteya derbazbûyî de jî, îtila`ta bajarên Mehabadê, Seqiz û Pawe givaş xistibûne ser malbatên endamên Partiyên Kurd û her di vê pêwendiyê de jî , daxwaza anîna zarokên xwe di nav van partiyên Kurd de kiribû.

Piştî destpêkirina xebata nû a partiyên Kurd bi taybet PDKÎ, îdareya îtila`at û îtila`ata Spaha Pasdaran givaşên zêde xistiye ser malbatên partiyên Kurd û herwisa gefa destbinserkirina malbatan wekî barimte xwariye.