Givaş bo ser Ajeldarên Makûyê ji aliyê Hêzên Hukûmî ve dom dike

22:49 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Hukûmeta Islamiya Îranê demeke ku car din Givaş bo ser Ajeldarên Makûyê bi hencetên cor bi cor dest pê kirine.

Pêka Nûçeyê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, demeke ku Hêzên Hukûmeta Islamiya Îranê ji Ajeldarên Makûyê ragihandine ku ewna nikarin hatin û çotina ser Sînoran biken.
\"5334.jpg\"
Berîtir jî Hêzên ser bi Hukûmeta han beriya Ajeldarên Makûyê girtibûn û izna çoyina Zozanan nedabûn wana.

Li gor Nûçeyan, di demekê de ku Ajeldarên Makûyê dixwastin biçin Devera Çaldêranê, li nêzî Avacixê beriya wan hat girtin.

Her di wê pêwendiyê de demekê berîrtir jî werzêr û Ajeldarên herêma Bûralanê dabûn xyakirin; Idareya Kangehên Siruştî û rêlbaniyê, bi darêjtina gelaleyekê, beriya kasibiya Ajeldarên wê herêmê digirin.