Girtiyik siyasiyê Kurd yê mehkûm bi sêdarê, li sedem îşkencan de dîn bû

20:17 - 27 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: girtiyik siyasiyê Kurd yê mehkûm bi sêdarê li girtîgeha Ormî, li sedem îşkenca ji rade derketî bi destê hêzên êminiyên hukûmeta islamiya îranê, tûşî dînitiyê hat.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina serekaniyik ji girtîgeha Ormî, Bêhrûz Alxanî, girtiyê siyasiyê Kurdê hatî mehkûm kirin bi sêdarê, ji aliyê ajanên wizareta ewlehiyê de bi amanca bandor xistin ser vî bo gotin pê kirin ser televizyonê ser kuştina dadsitanêşarê Xoy, midê 15 rojan bi dar wekiribûn.

Wê serekaniyê ew jî got: duxtor, dîn bûna vî girtiyê siyasiyê Kurd, li sedem îşkendan de erênî kiriye û li dema ku tûşî vê rewşê bûye, berpirs û ajanên nawa girtîgehê, henekên xwe bi VÎ girtiyê KURD dikin.

Ew jî got ku; BÊHRÛZ ALXANÎ, diçe ser textê xwe û bi çi formik nayê xwarêû li rojên Çarşem, ku roja bi sêdaredana girtiyane, tên bi sêdaredanê, tûşî vê rewşa teşennuc dibe û cinêvan dide.

\"20189.jpg\"
Bêhrûz Alxanî, girtiyê siyasiyê Kurdê hatî mehkûm kirin bi sêdarê
Ev girtiyê Kurd, li roja 7ê Rêbendana sala 1388 de li şarê Selmas de hatibû girtin û midê 18 heyvan li odên teke kesiyên ewlehiya Ormiyê de ragirtibûn, ku paşî , ji aliyêşaxa 1a dadgeha inqilaba şarê Ormî de, bi tometa têkilî tev “ partiyik Kurd “û “ kuştina dadsitanê giştî yêşarê Xoyê” ,hukmê bi sêdaredanê jê re birîn.

Pêman Alxanî, birayê VÎ girtiyê KURD, pêştir bi nûçe gihaniya HIRANA ragihandibû; Bêhrûz, çi demik itiraf bi kuştina Welî Hacî Qulî Zade, dadsitanêşarê Xoyê nedaye û heya malbata vî dadsitanî jîşikayet ser Bêhrûz nekirine.

Birayê Vî girtiyê siyasî, basa hindê jî kir ku; ajanên ewlehiya Ormiyê, şoka elektirîkî bi serê Bêhrûz dane û bi bikar anîna kabl, bi dujwarîîşkence kirine û bi vê hegerê rewşa psîkolojîka navbirî aloz bûye.