Girtiyik siyasiyê Kurd li girtîgeha Mînab de, tûşî nexweşiya Şêepence(Kanser)ê bûye

18:01 - 11 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: girtiyik Kurd, ji xelkêşarê Kirmanşan ku li girtîgeha Mînab de hewsiye, li sedem rêgirî kirina bi dom ji aliyê berpirsên girtîgehêû senterên asayişê ser derman kirina nexweşiya wî, tûşî kanser(şêrpence) bûye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Efşîn Sohrab Zade ku midê 5 salane li girtîgehên hukûmeta islamî deye, paşîêş kêşandinik zaf û zora fizîkîû bêpar bûn ji çareseriya midîkal, li incam de derket ku tûşî nexweşiya kanser(şêrpence)a riviyan(COLON CANCER) bûye.

\"23106.jpg\"
Efşîn Sohrab Zade, tûşî kansera riviyan(colon cancer) bûye
Li vê barê de, kempêyna bergirî ji girtiyên siyasîû sivîl weşandiye, ev girtiyê siyasiyê Kurd, midê 2 salan bû ku ji êşa binê zik, rivîû naw zik, dinalî, lê bi dom, rêgirî ji çareser kirina midîkala vî lawê kurdî kirine.

Efşîn Sohrab Zade, 24 salî, li sermaweza sala 1388 de li şarê Kamiyaran de, bi tometa endametî li yekik ji partiyên Kurdan yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê, hate girtin û mideyik dirêj, li dezgeha ewlehiya vîşarî de, bin ÎŞKENCAN de bûye.

Gorkî zanînên vê dûmayikê, ev girtiyê siyasiyê Kurd, li sedem lêdan ûîşkencêyên ji ast derketî, difin ûçend didanê vî jîşîkandibûn, her wisa tûşî FETQÊ bibû, ku paşî li nexweşxana şarê Sinê, niştergerî bo kiribûn.

Efşîn Sohrab Zadê li şaxa 2a dadgeha inqilaba şarê Sinê de, bi 25 sal hews û dûr xistin bi girtîgeha Mînabê hatibû hukum dan.

Ev welatiyê Kirmanşanî, li Pûşpera îsal de jî, bi hegera rewşa girtîgehêû rêgirî ji çareseriya midîkal, dest dabû xwekujiyêû pêştir jî, bi caran man ji xwarinê girtiye.