Girtiyik Kurd yê 53 salî li Ehwaz bi sêdarê dan

13:07 - 14 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: rêxirava girtîgehên hukûmeta islamiya Îran, hukmê bi sêdaredana welatiyik Kurd û 8 kesên din li girtîgeha Karûn li Ehwaz, bi rêbirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya roja Duşem, 22ê Banemer(12 May 2014), li hewşa girtîgeha Karûn de welatiyik Kurd bi navê Elî Ismaîlî, kurê Mihemed, bi sêdarê dan.

Ev girtiyê Kurd ji aliyê dedgeha inqilab de bi tawana bazirganî kirina narkozan, hatibû tawanbar kirinêû hukmê sêdaredanê jê re birîbûn.
Hevdem tev Elî Ismaîlî, 8 kes ji girtiyên din yê wisa tawanbar kirî, bi sêdarê dane.

Ehmed Şehîd, raportêrê taybet yê UN bo karên mafê mirov li Îran, li raporta xwe ya vê dûmahîkê de basa hindê kiribû, li sala 2011 zayinî de, 1539 kes li Îranê de bi sêdarê hatibûn dan û li gelempera vê hejmarê, 955-962 kes tawana wan bazirganiya narkozan bûye.

Tê gotin hejmara bi sêdaredanê li Îranê de nêzî %24 zêde kiriye.