Girtiyik Kurd li Hemedan bi sêdarê dan

13:26 - 10 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: berpirsên girtîgeha Hemedan, hukmê bi sêdaredana welatiyik Kurd li vê girtîgehê de bi rê birin.

Gorakî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja Çarşem, 17ê Benemer(7 May 2014), girtiyik Kurd bi navêÎrec Ebdullahî, kurê Seîd, li girtîgeha Hemedan bi sêdarê dan.

Ev welatiyê Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê bi bazirganî kirina narkozan tawanbar kiribû.

Îrec Ebdullahî, ji xelkê gundê Narî li dewera Ormiyê bû.

Pêştir komisaryaya bilinda li rêxirava cîhaniya plan danîn bo hemberî tev narkozan li rêxirava netewên yek girtî(UN), ragihandibû; karê hukûmeta Îranê seba birîna hukmê sêdaredana welatiyan li bin navê hemberî tev narkozan de, cê erênî kirine nine.

Pirira hukmê sêdaredana welatiyan ser bazirganî kirina narkozan, li çarçoweya yasayên pêre gihîştina tawanên wan de nine.

Bi pişrast kirin bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka îsal de heya niha, 58 kes li welatêÎranê de bi sêdarê dane( li 1 heyv û 18 rojên borî de), ku ji gelempera vê hejmarê de, 19 ji wan kesan, welatiyên Kurd bûne û li girtîgehên li herêmên Kurdistaniyên Îranê de hukmê bi sêdaredana wan bi rêçoye.