Girtiyik Kurd li Bender Ebbas de bi sêdarê dan

13:33 - 2 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: berpirsên girtîgeha sêntrala Bender Ebbas, hukmê bi sêdaredana 7 kesan cîbicî kir ku, yekik jiwan welatiyik Kurd bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja Pêncşema borî de, girtiyik Kurd bi navê Idrîs Hesen Zadê, kurê Ibrahîm, li girtîgeha Bender Ebbas de bi sêdarê dan.

Ev welatiyê Kurd,36 saliye û ji xelkêşarêŞinoye li parêzgeha Azerbaycana rojava.

Gorkî nûça ku ji malpera dadgusteriya parêzgeha Hormozgan de hatiye weşandin; ev girtiyê Kurd, tev 6 kesên din, bi bazirganî kirina narkozan hatibûn tawanbar kirin.

Hukmê bi sêdaredana Idrîs Hesn Zadê, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Bender Xemir de hatibû dan.

Termê vî welatiyê Kurd, êwara roja Pêncşem, 6ê Xermana, radestî malbata vî kirine.