Girtiyên siyasî yên Kurd bi awayên sîstematîk tên azardan

21:22 - 23 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa:Girtiyê siyasî yê Kurd yê mehkûm bi îdamê, ji aliyê girtiyên din ve li ser fermana beşa “hifazet” a girtîgeha bajarê Urmiyê tê azardan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Erselan Xodkam” girtiyê siyasî yê Kurd ku di dawiya meha Tebaxa îsal de ji aliyê taya 32 a Dadgeha Leşkerî a bajarê Urmiyê bi tawana “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî ji riya sîxorîkirinê bo yek ji partiyên Kurd yên opozisyon” yên Îranê cezaya bidarvekirinê jê re hatiye dan, bi fermana beşa berevaniya girtîgehê, ji aliyê girtiyên din ve tê azardan.

Wî girtiyê siyasî yê Kurd di dawîn hevdîtina digel malbata xwe ev nûçeya erê kiriye.

“Erselan Xodkam” di meha Nîsana îsal de li bajarê Şinoyê ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatiye destbiserkirin û piştî 3 mehan lêpirsîn di girtîgehên navendên îtila`atê de, li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Navendî a vî bajarî tê veguhastin û ji wir şûnda jî di taya(bend) 3-4 a girtîgehê de hepsî ye.

Şeş civînên dadgeha wî girtiyê siyasî yê Kurd li dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê de bi rê ve çûne, û piştre dosya navbirî ji bo taya 32 a Dadgeha Leşkerî ya bajarê Urmiyê hatiye şandin û vê dadgeha jî navbirî bi tawana “encam dana çalakiyan li dijî ewlehiya neteweyî ji riya sîxorîkirin bo yek ji partiyên Kurd yên opozisyon” yên Îranê, cezaya bidarvekirinê jê re biriye.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd temen 47 salî û xelkê bajarê Mehabadê ye, û berê bo heyama salekê endamê yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê bû, û piştre dev jê ber dide û ev nêzîlkî 16 salan e ku endamê Spaha Pasdaran a Îranê bûye.

“Erselan Xodkam” di heyama birêveçûna dadveriyê de ji mafê hebûna parêzer bêpar bûye, û Spaha Pasdaran jî navbirî ji bo şandina belgeyên derheq Spaha Pasdaran bo partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê tawanbar kiriye.