Girtiyên Siyasî yên girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê bi mangirtinê piştîwaniyê ji hev dikin

17:10 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: 3’ê girtiyên siyasî yên girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê bo piştewanî ji daxwazên girtiyên Azerbaycanî dikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşemiyê berwar 29’ê Tîrmeh 3’ê girtiyên siyasî yên girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê binavên”Xalid Heyranî, Salih Kuhendil û Şarox Zemanî”bi nîşaneya piştewanî ji 5 çalakên Azerbaycanî dest dane mangirtinê.

Roja Şemiyê berwar 13’ê Tîrmeha 2013’an 5 çalakên Azerî yên xelkê Azerbaycanê binavên “Mehmûd Fezlî, Ayetmêhr Beyyglû, Şehram Radmêhr, Bêhbûd Qulîzade,Letîf Hesenî”bi nîşaneya nerazîbûn bi hûkmê dadgeha Şoreş ya bajarê Tewrêzê dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Çavkaniyek haydar li girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê bi nûçegîhaniya kurdpa ragehand,Ew 5 girtiyên Azerî rewşa saxlemiya wan 5 kesane roj bi rojê xirabtir dibe û her yek ji wan 5 kesan pitir ji 10 kîloyan kêşa wan kêmbûye.

Ew 5 çalakane bi tawana “Pêkanîna girupek nayasayî û teblîx li dijî nîzamê”bi 9 salan zîndanê hate mehkûm kirin û ewe li demekê deye ku ew 5 çalakên Sivîl li çarçêweya yasaya bingehîn ya welatê Îranê de mijûlî çalakiyê bûne.