Girtiyên siyasî ên Kurd îzna derketina derve ya newrozê bi wan nahê dayîn

12:23 - 10 Adar 2012
Kurdpa: li piraniya girtîgehên herêmên kurdakincî ên Îranê de bi wan girtiyên siyasî ên KURD hatiye ragehandin ku daxwaza morexesiya newrozî nekin ji ber ku bi tu kesî morexesiya newrozî nahê dayîn.

Li gorî rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa hewdem di gel nêzîkbûna bi sala n û rojên newrozê li gorî ayînnameya îdareya giştî a girtîgehên rejîma Îranê girtî bi nivîsandina daxwaziyan ji berpirsyarên girtîgehê daxwaz dikin ku îzna morexesiyê bi wan bê dayîn.

Li gorî zanyariyan ew daxwaza berpirsyaran li girtîgehê de li demekê de ye ku girtiyên madên hişber mafê morexesiyê hene.