Girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê ketin gireva birçîbûnê

18:35 - 24 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi nîşaneya nerazîbûn ji biryarên karbidestên gitîgeha Urmiyê, nêzî 30 girtiyên siyasî ên wê zîndanê, ketin e gireva birsîbûnê de.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedema zext û givaşên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê bi ser girtiyên siyasî ên benda 12an a girtîgeha Urmiyê, 29 kes ji wan girtiyan heyamê 5 rojan e ku di gireva birçîbûnê de ne.

Di çend rojên borî de 55 tawanbarên kojer(qatil) û yên ku bi sedema bazirganiya madeyên hişbir di gitîgeha Urmiyê de ne, bi biryara wezareta Agahî (Îtilaat) a hikûmeta Îranê, bo benda siyasî a wê girtîgehê hatin veguhastin.

Jêdereka agah li girtîgeha Urmiyê bi peyamnêrê Kurdpayê re got: Pêştir jî girtiyên siysî bo bendên tawanên giştî û yên kesên tûşbûyî bi madeyên hişbir, hatibûn veguhestin.

Wê çavkanyê di dirêjeya axaftina xwe de amaje kir ku armanca girtiyên siyasî ji wê gireva birçî bûnê; yekem nehîştina wan di bendên giştî û kujerên zîndanê de ye. ya duyem jî, ji holê rakirina zext û givaşan bi ser girtiyan de ye.

Her wê jêderê axaftina xwe domand û got berya niha zîndaniyên siyasî ên Urmiyê, çendîn car daxwaza cîbicî kirina xwestekên xwe ji karbidestên girtîgehê kiribûn lê tu bersiv wernegirtibûn, ji ber vê yekê gireva birsîbûnê pêkanîn.

Roja borî berpirsên wê girtîgehê bi sedema nerazîbûna girtiyên siysî, serdana girtîgehê kiribûn lê zîndaniyên siyasî di bersiva wan de gotibûn: Heya xwestekê wan neyên bi cî anîn, yê gireva xwe a nerazîbûnê bidomînin.

Pêştir jî di havîna ev sal de 48 girtiyên benda 350 a zîndana Evîn ku piraniya wan girtiyên olî (mezhebî) ne, bi benda 7 a wê girtîgehê (benda taybet bi tawanên malî), hatibûn veguhastin.

Çalakvanên siyasî bi ser vê bawerê ne ku mebesta karbidestên zîndanên Îranê ji veguhastina girtiyan bi bedên din ên girtîgehê, nehîştina bendan di nav girtîgehan de ye ku vê kiryara hikûmeta Îslamiya Îranê, dilgiraniya malbatên girtiyan û çalakvanên mafên mirovan, bi pey xwe hiştiye.