Girtiyekî siyasî yê Kurd di girtîgeha Qizilhisara Kerecê de hate kuştin

20:55 - 14 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyê Kurd yê destbiserkirî li meşên nerazîbûnê yên xelkê bajarê Kerecê de, di girtîgeha Qizilhisar a vî bajarî de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa” Kurdpa”yê, “Muhsên Muradî” hevwelatiyê Kurd ê Yarsan û xelkê devera Dalahûyê, ku di heyamên berê de di dema birêveçûna meşên nerazîbûnên xelkê bajarê Kerecê hatibû destbiserkirin, li girtîgeha vî bajarî de jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya wî hevwelatiyê Kurd ê Yarsan “Muhsên Muradî” temen 27 salî û kurê “Remezan” xelkê gundê “Dare reş” a girêdayî devera “Gawero” a ser bi Dalahûyê hatiye ragehandin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, wî hevwelatiyê Kurd yê Yarsan yê girtî di girtîgeha “Qizilhisar” a Kerecê de li jêr azar û îşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, hêzên ewlehiyê piştî agehdarkirina malbata wî hevwelatiyê Kurd ê Yarsan, ji wan re ragehandine ku nabe ew derheq nûçeya can jidestdana kurê xwe ji medyayan re bi axvin.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, termê wî hevwelatiyê Kurd di rewşeke tewaw ewlehî de li bajarê Kirmaşanê bi axê hate spartin.

Têkiliyên hêja

Hûn dikarin nûçe û raporên li derheq binpêkariyên mafê mirov li Kurdistana Îranê, ji bo WhatsApp, Signal û Telegrama Kurdpayê bişînin û di belavkirina wan de beşdar bibin.
Kurdpa bi pêbendbûn bi prensîbên exlaqî, piştî kontrolkirin û pejrandina nûçeyê, dê li ser malper û torên xwe yên civakî biweşîne.

Emaila Kurdpa:
[email protected]

Hejmara pêwendiya Kurdpa li WhatsApp, Signal û Telegramê:
0012026078129

Ajansa Nûçegihaniyê a Kurdistan, roja 1ê Gelawêjê a sala 1390an a Rojî dest bi çalakiyên xwe kir. Armanc ji danîna Kurdpayê tijîkirina valahiya nûçegihaniyê li Kurdistanê bû. Herwisa armanceke din jî veguhestin û giştgirkirina bûyerên Kurdistanê û veguhestina rastiyên bûyeran tevlî hûrgiliyan ji bo malper û nûçegihaniyên din bû ku ew bixwe ji girîngtirîn stratejiyên vê ajansê ne.

Kurdpa, Ajansa Nûçegihaniyê a Kurdistanê ye ku ji bo vedîtin û veguhestina rastiyan çalakiyê dike û di vê pêxemê de girîngiyeke tam dide pirensîp û bingehên exlaqî û mirovî.

XIZMETGUZARÎ


©2011-2023 Kurdpa. All rights reserved