Girtiyekî siyasî yê Kurd di girtîgeha bajarê Seqizê de hate azadkirin

12:31 - 12 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Girtyekî siyasî ê Kurd piştî dawîhatina heyama desteserkirina wî, navbirî li girtîgeha bajarê Seqizê hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 20`ê Sermawezê, “Îqbal Zari`î” girtiyê siyasî ê Kurd piştî dawîhatina heyama desteserkirina wî, navbirî li girtîgeha bajarê Seqizê hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî, roja Çarşemî 24`ê Rezberê, li derheq mudaxilekirina îdareya îtila`ata Seqizê di meşa dadwerî ya dosyaya wî de, dest avêtibû bi girevgirtinê û bi sozdana berpirsên girtîgeha bajarê Seqizê û dadweriya birêveberî a cezayên wî bajarî, dawî bi girevgirtinê anî.

Ew girtiyê siyasî bi sedema girevgirtin di girtîgehê de, rastî nexweşiya hinav û nexweşiya çav hatibû.

“Îqbal Zari`î " xîzandar û xwediyê zarokan e.

Navbirî li rêketa 19`ê Pûşpera sala 1395`an di mala xwe de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û li dadgeha şoreş a bajarê Seqizê bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurd ên opozisyon ên hikûmeta Îranê”, bi 5 sal hepis hatibû cezadan.