Girtiyekî siyasî ê Kurd mirexesî jê re hate dan

19:43 - 8 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Yek ji girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha bajarê Yezdê de, ji aliyê berpirsên girtîgeha ve îzna murexesiyê jêre hate dan.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 16`ê Xezelwera 1396`an, “Valî Dirûdî” girtiyê siyasî ê Kurd, xelkê bajarê Kamyaranê, ku di girtîgeha bajarê Yezdê de bû, 15 roj murexesî ji aliyê berpirsên girtîgeha vê bajarî jê re hatiye dan.

Çavkaniyekî haydar ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Valî Dirûdî bi danana 300 milyûn Tûmen barimte ji bo heyama 15 rojan morexesî jêre hatiye dan, wî girtiyê siyasî yê Kurd bi tometa alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî ên li dijî Hikûmeta Îslamî a Îranê, bi hepsa heta-hetayî hatibû mehkûmkirin.

Ev girtiyê Kurd xelkê gundê “Çirûsan” a girêdaiyî bajarê Kamyaranê û yek ji wan girtiyên dehkên 60`î ye, ku di sala 1372`an de ji girtîgehê hatibû azadkirin û dîsan di sala 1375`an bi tometa alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî bo carekî din hatibû binçavkirin.