Girtiyekî Merîwanê di bin azar û îşkenceyê de destê wî hate şikandin

12:14 - 7 Îlon 2020

Ciwanekî temen 18 salî yê bi navê “Peyman Xunkebûter” bi sedema azar û îşkenceya meimûrên girtîgeha Merîwanê, destê wî hete şikandin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê re ragehaniye ku, roja yekşemî 16`ê Xermanan, meimûrên girtîgeha merîwanê bi destê kelepçekirî ev girtî birine nexweşxaneya Merîwanê û neştergerî kirine.

Wê çavkaniya agehdar eva jî ragehand ku, tevî şikandina destê navbirtî û kelepçekirina destê wî, meimûrên girtîgehê digel wî girtiyê çûne oda neştegeriyê û îzn bi kesê re nadane ku nêzî wî girtiyê bibin.