Girtiyekî Kurd bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

21:36 - 3 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd bo derbaskirina cezayê wî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 12`ê Gelawêjê, welatiyekê Kurd ê bi navê “Mecîd Deryayî” yê xelkê bajarê Şinoyê bo derbaskirina cezayê wî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di Rêbendana sala 1397`an de, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” ji aliyê dezgeha dadwerî ve, bi du sal û şeş meh hepsa t`ezîrî hate cezadan û piştre ew cezaye di dadgehê de pêdaçûneve kirin û bi 3 meh û 10 roj hate guhertin.

Ew welatiyê Kurd li 26`ê Rêbendana sala 1396`an ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.