Girtiyekî din, di girtîgeha Urmiyê de canê xwe ji dest da

20:24 - 12 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî din bi navê “Mam Eyûb” di girtîgeha Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeyên belavbûyî, “Eyûb Re’ûfpûr” kurê “Xefûr” ê temen 75 salî ku heyamê 6 salne di girtîgeha Urmiyê de binçav e, bi sedema nexweşî û nebûna îmkanatên pizişkî canê xwe ji dest da.

Çavkanî bas ji vê yekê dikin ku, navbirî bi sedema Anfûlanzayê canê xwe ji dest daye.

Eva di demekî de ye ku çend roj berî niha jî 2 kesên din her di girtîgeha Urmiyê de bi sedema Anfûlanzayê canê xwe jidest dan û hevdem di girtîgeha Zahidanê de jî çend kesên din bi sedema wirosa Amfûlanzaya Berazan canê xwe jidest dan.

Tê gotin ku piraniya nexweşên ku di girtîgehên Îranê de û taybetî girtîgeha Urmiyê de ne, ji nebûna îmakanatên Pizişkî dinalînin.