Girtiyekî Bokanî 10 Meh E Di Çarenivîsek Ne Ron De Ye

12:21 - 1 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Nêzîk bi deh meh li ser destbiserkirina welatiyek Bokanî bi navê Qasim Rehîmî Azer, Fermanberê Îdareya Tendurustiya bajarê Bokanê derbaz dibe, lê navbirî hêj di çarenivîsek ne ron de ye û rewşa tendurustiya wî jî, jiyana wî xistiye metirsiyê.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Bokanê, Qasim Rehîmî Azer, roja 07.03.2011-an bo yekemîn car piştî kutan û lêdanek zor, ji aliyê hêzên Îtillata Îranê ve hat destbiserkirin. Piştre li 04.06.2011-an, piştî çar mehan destbiserkirinê bi danîna rehîna 70 milyon tûmenî azad dibe.

Navbirî car din di rêkevta 11.10.2011-an tê destbiserkirin. Rehîmî Azer ji aliyê dadwerê dadgehê ve tê haydar kirin ku ger buxtanên ku jêre hatine diyarî kirin, qebûl neke, dê bi 10 sal zîndanê mehkûm be.

Qasim tûşî nexweşiya alirjiya demdirêj hatiye û li heyamê destbiserkirinê de ew nexweşî xurtir bûye û herwiha nexweşiya girçîk jî jiyana wî xistiye metirsiyê.