Girtiyeke Kurd di Qezwînê de hate bidarvekirin

21:05 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di girtîgeha nawendî ya Qezwînê de, bi berhevbûna berpirsyarên dadwerî-ewlekariyê hevwelatiyekî Kurd hate bidarvekirin.

Li gora rapora Ajansa nûçegihaniya KurdpaK roja 3’ê Befranbarê hukmê îdama girtiyekî 46 salî bi navê Rehîm Kerîm Mokerem (Qadir Şiwanî) xelkê Şinoyê bi rê ve çû.

Digel vî girtiyê Kurd heft girtyên din jî di pêwendî digel qaçaxa madeyên hişber di girtîgehê de hatin eîdamkirin.

Nûçegihanê Kurdpa li Şinoyê ragehand ku Rehîm Kerîm Mokerem berê jî tawanek weha li ser wî de hatibû sepandin, ku 11 sal di girtîgehên Tehranê de debaz kiirbû, û piştre hatibû azadkirin. Anvbirî xelkê gundê Hesen Abad ser bi Nelosa Şinoyê ye.

Di van hefteyên dawiyê de behsa rakirina cezayê îdama kesên tawanbar bi qaçaxa mewada muxedir zêde bûye, û zêdetir ji 70 nûnerên meclisê piroje yasayek bo rakirina cezayê îdamê bo kesên ku bê çek qaçaxa madeyên hişber kirine anîne ber bas.