Girtiyekê Kurd bi awayekê mercdar hate azadkirin

12:45 - 12 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemî 20ê Xezelwerê, girtiyekî siyasî yê bi navê Seyîd “Emîr Tahiriyan” xelkê bajarê Mihabadê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, bi awayekî mercdar hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî di rêkevta 26ê Reşeme ya sala 1395an de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo heyama mehekê li girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê li jêr lêkolînê de bûye û piştire bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibû veguhastin.

Seyîd “Emîr Tahiriyan” sala 1395an ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Mihabadê bi serokatiya dadwer “Xulamî” ve bi tohmeta “endamê yek ji Partên Kurdî yên opozîsyonên hikûmeta Îranê” bi 5 sal û 6 meh girtina teizîrî hatibû cezadan.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd piştî 38 meh di girtîgehê de bo yekem car îzina murexesiyê jêre hatibû dan û piştre bo girtîgehê hatibû veguhastin.

Ew girtî piştî bi dawîhatina 8 meh li heyama cezaya wî ku li girtîgeha “Baz” bû bi awayekî mericdar hate azadkirin.