Girtiyeke girtîgeha “Derya” a Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî

21:02 - 7 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî di gitîgeha “Derya” a Urmiyê,piştî ku 15 sal sizayê girtîgrhê bi ser de hate sepandin,dawî li jiyana xwe anî.

Li gor raporên ku gihîştine Ajansa Kurdpa,di despêka vê hefteyê de,girtiyek bi navê “Mensûr Bahadirî”piştî ku ji aliyê dadweriya hikûmeta Îranê,15 sal hukmê girtigehê dayê,dest bi kuştina xwe kiriye.

Çavkaniyeke agahdar di vê derbarê de ji bona Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê ragihand ku;Mensûr Behaderî piştî ku sizayê 15 sal girtîgehê jêre tê dan di roja Şemiyê di girtîgeha Urmiyê de dawî li jiyana xwe tîne.

Ev çavkaniya di dirêjiyê de ragehand ku Mensûr Behaderî bi “Tewana ku madeyên hişbir firotiye”, hatiye destbiserkirin û piştî ku hatiye dadgehîkirin,15 sal hukmê girtîgehê ji bo wî hatiye birîn .

Ji ber nebûna çavdêriyeke baş di nav girtîgehên Îranê de, bûye sebeb ku hejmarek girtî dest bi xwekujiyê bikin.