Girtiyek siyasî ê Kurd ev 3 rojin ku gireva birçîbûnê girtiye

21:43 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: pêka çavkaniyên haydar, girtiyek siyasî ê Kurd di pêxema mehkûm kirina terorîzma navdewletî û bi xasmanî bo mehkûm kirina terora Dd.Ebdurrehman Qasimlû, Sekreterê berê ê Partiya Demokrata Kurdistan û qurbaiyên 18’ê pûşpera sala 1378’ê, ev heyamê 3 rojan e ku gireva birçî bûnê girtiye.

Kesek nizîk bi Riza Şerîfî ku di Girtîgeha Goherdeşta Kerecê de li hebsiye, ji nûçegihaniya Kurdpa re got: wî gitiyê bi mebesta mehkûm kirina terora Dr.Ebdurrehman Qasimlû Sekreterê berê ê Partiya Demokrata Kurdistan û qurbaiyên 18’ê pûşpera sala 1378’ê, ev heyamê 3 rojane ku gireva birçî bûnê girtiye û rewşa saxlemiya wî jî ne başe.

Wî çavkaniyê her wisa ragihand ku îro raja yekşembê, bi sedema zivirîn an ku gêj bûna serê Riza, berpirsên Girtîgehê ev bi zor radestî Bêhdariyê kirine heya ku gireva Riza pê bidin şikandin lê Riza Şerîfî Bokanî nehîştiye ku “sîrom”ê jî bona çareseriya pizişkî jê re girê bidin.

Her wisa girtiyek din ê hevalê Riza Şerîfî Bokanî girev girtiye û dibêje ku ewê heya dawiya roja 21’ê pûşperê gireva xwe bidomîne.

Heya niha nasnameya wê girtiyê siyasî ku tewlî Riza gireva birçîbûnê girtiye, nerohne.

Wî çavkaniyê her wiha êmaje bi wê yekê kiriye ku rewşa rûhî a girtiyan ne baş e û xwarin û paqijiya girtigehê jî gehîştiye astek herî berz a xirabiyê.

Riza Şerîfî Bokanî, seva têkilî tevî Ehmed Şehîd nûnerê taybetî ê Mafên Mirovan ji bo karûbarên Îranê û her wisa pêwendî digel nûçegihaniyan, ji aliyê navendên ewlehiyên gitigehê ve ketiye jêr givaşan û dosyeyek nerast jê re pêk anîne û ji aliyê xwe ve Qazî jî gefa şopandina 5 salan girtîgehê, jê xwariye.