Girtiyek Siyasî ê Kurd destda girva birçîbûnê

15:21 - 10 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Girtiyek siyasî ê Kurd li zîndana nawendî a bajarê Mihabadê bi egera nerazîbûn li hember xemsariya karbidestên zîndanê, dest bi gireva birçîbûnê kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegianiya kurdpa, “Qasim Rehîmî Azer”girtiyê siyasî ê Kurd û xelkê bajarê Bokanê bi nîşaneya nerazîbûn li hember xemsariya karbidestên girtîgeha Mihabadê li ser çareseriya nexweşiya xwe,heyamê du rojane ku dermanên nesaxîya xwe naxo.

\"11050.jpg\"
Ev girtiyê siyasî ê Kurd heyamê 1 mehe ku tûşî nexweşiya “Sêl”ê hatiye û karbidestên girtîgehê serbarî gohnedan bi nesaxiya wî,navbirî jibo jûra takekesî vegohastine.

Qasim Rehîmî Azer li heyamê 1’meha bihorî de jibo çareser kirina nexweşiya xwe çendîn car daxwaza mirexesiyê kiriye,lê heya niha tu bersivek pê nehatiye dan. Navbirî car din di rêkevta 11.10.2011-an tê destbiserkirin. Rehîmî Azer bi boxtana peywendî tewî partiyek Kurdistanî bi 4 sala hepsê hatiye mehkûm kirin.