Girtiyek di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da

16:47 - 13 Hezîran 2021

Li gorî rapora nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Şemî 22`ê Cozerdanê, girtiyê ku bi îdamê hatî cezakirin, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, bi sedema vê ku navbirî direng gihandine nexweşxaneyê, di bêhdariya wê girtîgehê de canê xwe ji dest da.

Hêranayê nasnameya wî girtiyê xelkê bajarê Selmasê yê 55 salî bi navê “Şemsedîn Tatarî” ragihandiye.

Ew girtiye, nîvroya roja Şemî 22`ê Cozerdanê, di girtîgehê de tûşê pirsgirêka dil bibû.