Girtiyek di girtîgeha Miyandoavê de hate bidarvekirin

16:36 - 21 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Girtiyek bi navê Ferdîn Solêyman penah xelkê Seqizê, di girtîgeha Miyandoavê de hate bidarvekirin.

Ew girtî roja 15’ê Banemera 1394’an bi tohmeta hilgirtina 600 gm madeya bi navê Şîşe û 150 gm madeyên mixedir ji cureya Kirakê, hatibû girtin.

Navbirî di çiqa yek ya dadgeha Înqilab ya vî bajarî de bi îdamê hate mehkûmkirin û hukmê wî di 12’ê Gelawêjê de hate îmzekirin.

Yek ji kesê nêzîk bi navbirî, ragehandiye ku Ferdîn Sulêymanpenah zarokekî wî hebû.

Ferdîn Sulêymanpenah digel girtiyekî din bo benda takekesî hatibû şandin. Serbarê vê ku cîbicîkirina hukmê îdama tawanbaran, nekariye ji rêjeya tawanan di Îranê de kêm bike, lê berpirsyarên payeblind ên rejîmê pêdagir in li ser birêvebnirina vî hukmê dijî mirovî, û heya kesên ku rexneyê jî, ji vê yasayê digrin, rastî girtin û îşkenceyê tên.