Girtiyek bi sedema vê ku dereng gehîştandine nexweşxanê, canê xwe ji dest da

21:41 - 2 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyek ku bi tawana qaçaxa maddeyên hişber di girtîgeha Urmiyê de bû, bi sedema vê ku dereng ew gehîştandine nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

Roj Sêşemiyê 11-ê Befranbarê girtiyek di girtîgeha Urmiyê de bi navê “Umer Bedelîpûr” temen 47 salî, xelkê Soma-Biradostê bi sedema vê ku dereng gehîştandine nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Ew girtiye şeva derbazbûyî li ser pêdagiriya girtiyên din bo bingeheke tendirustiyê ya girtîgehê hate veguhastin, piştre bo nexweşxanê hatibûn rêkirin, lê bi sedema vê ku dereng ew gehîştandine nexweşxanê, wî canê xwe ji dest da.

Ew girtî bi tawana maddeyên hişber li benda 15`an a ya girtîgeha Urmiyê de hatibû ragirtin, û 7 meh ji 5 salan dewrana mehkûmiyeta xwe di girtîgehê de derbaz kiribû.

Ji destpêka îsal ve heya niha 6 girtiyên din bi navên “Husên `Etrî, Xulamriza Topraq Qel`e, Reza Melekrezayî” Secad Cemalî Ferd, Mewlûd Wenewşe û Qurban`elî Emîr Îsma`îlî” bi sedema pêranegehîştina doktoran li girtîgeha Urmiyê canê xwe ji dest dan.