Girtiyê siyasî yê Kurd axa Îranê bi cih hêla

21:32 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî siyasî yê Kurd ku di girtîgeha bajarê Sine de bû, û heyama hepsa xwe derbaz dikir axa xwe bi cih hêla.

Li gorî nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, “Husên Danişmend” girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha bajarê Sine, û kurê “Ebdulrehman” piştî derketina ji girtîgehê, Îran bi cih hêla.

Çavkaniyeke haiydar ev nûçeya erê kiriye, û ji Ajansa “Kurdpa”yê, re ragehandiye ku: “Husên Danişmend” di girtîgeha bajarê Sine digel “Ramîn Husênpenahî” girtiyê siyasî yê Kurd yê mehkûm bi cezaya îdamê di odeyekê de bûne, û niha di yek ji welatê cîran yên Îranê de akinciyî ye.

“Husên Danişmend 23`ê Reşemha sala 1395`an, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê bi tometa sîxorîkirinê û li gorî benda 501 a yasaya cezayê ya komara Îslamî beşa te`zîratê bi 10 sal hepsê hatibû cezadan, û ev cezaya di meha Banemera sala derbazbûyî de ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ya Sine ve hatibû pejrandin.

“Husên Danişmend” di sala 1395`an, bi tometa , alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê, ji aliyê saziya Îstixbarata Spaha Pasdaran a bajarê Sine hatibû binçavkirin, û ji bo girtîgeha bajarê Sine hatibû veguhastin.