Girtiyê Kurd ji bo derbazkirina cezaya hepsê bo girtîgehê hate şandin

21:38 - 13 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Girtiyê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê ji bo derbazkirina cezaya hepsa ku bi ser de hatiye sepandin ji bo girtîgeha navendî a vî bajarî hate veguhestin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemiyê 22`ê Banemerê, “Fûlad Keyxoserewî” ji bo derbazkirina cezaya hepsê ji bo girtîgeha vî bajarî hate şandin.

Ev girtiyê Kurd, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi tometa “piropagende li dijî nizamê”, şeş sal cezaya hepsê bi ser de hatiye sepandin.

Cezayê “Fûlad Keyxoserewî” ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve, mehek ji cezaya vî hate kêmkirin, û navbirî roja derbazbûyî ji bo derbazkirina cezaya hepsê ku jê re hatiye birîn, xwe bi girtîgeha navnedî a bajarê Seqizê da naskirin.