Girtina yek ji endamên Navenda Nivîskarên Îranî li bajarê Mihabadê

12:40 - 16 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li çarenivîsa çalakek çandî yê bajarê Mihabadê û yek ji endamên Navenda Nivîskarên Îranê ku ji aliyê Îdateya Îttlatê hatiye girtin çi zaniyariyek li berdest de niye.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Menûçêhr Pûrdil nivîskar û wergêrê xelkê bajarê Mihabadê, roja çarşembiya heftiya bihurî li cihê karê xwe hatiye girtin û jibo cihek nediyar hatiye veguhastin.

\"11548.jpg\"
Çavkaniyek agadar bi ajansa kurdpa ragehand:Li heman demê de hêzên Îttlatî êrişî ser mala Menûçêher Pûrdil kirine û jibilî geryana mala vî, dest bi ser hejmarek pirtûk û kompiyotêra vî de girtine.

Ji aliyek din serbarî dûdaçûna malbata vî,çi nûçe û zaniyariyek li ser cihê girtin û ragirtanê û her wisa sedema girtina vî li berdest de niye.

Kemal Husênî rojnamenivîs û alikarê ajansa Mukiryanê di lêdvanek telefonî de bo ajansa kurdpa ragehand:Menûçêhr Pûrdil yek ji çalakên navenda nivîskarên Îranê û çîrok nivîsê pişka zarokan bû, û heya niha çend berhemên wî wek pirtûk hatine weşandin.