Girtina xebatkarik Olî yê Kurd li Tehran

12:22 - 5 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: xebatkarik Olî yê Kurd û endamê Mekteb Qurana Kurdistan, paşî xwe nasandin bi dadgeha taybetiya Olî li Tehran, hate girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Sêşem, 12ê Sermawez, Haşim Hosêyn Penahî, yekik ji mamosteyên qutabxana Oliya “ Imam Boxara”a Sinê, paşî hindê ku serdana dadgeha taybeta Olî li Tehranê Kir, hat girtin û raguhastiyê benda 325a girtîgeha Êvîna Tehranê bû.

\"17189.jpg\"
Haşim Hosêyn Penahî, yekik ji mamosteyên qutabxana Oliya “ Imam Boxara”a Sinê, paşî hindê ku serdana dadgeha taybeta Olî li Tehranê Kir, hat girtin û raguhastiyê benda 325a girtîgeha Êvîna Tehranê bû
Haşim Hosêyn Penahî li heyva Xermanana îsal de ji aliyê şaxa 3a dadgeha taybeta Oliya Tehran, bi tometa bêrêzî kirin bi mezhebê Şîe, hukmê 6 heyv hewsa teizîrî û her wisa bi tometa sivikatî kirin bi birêkarê dadgeha taybeta Olî, 30 derbên qamçî jê re birîn.

Herwisa malpera Islam-Kurd, zimanhalê Mekteb Qurana Kurdistanê ragihandiye, ev xebatkarê Olî, li heyva Xermanana sala borî de jî midê 1 heyv li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranêde li hewsê de bûye.

Ev xebatkarê Olî li midê 2 salên Borî de bi caran ji aliyê hêzên ewlehiyê bi amanca jêpirsînê bangî dezgeha ewlehiya şarê Sinê kiribûn.