Girtina welatiyik li şarê Bokan

21:30 - 3 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji xelkê şarê Bokan, paş zêdetir ji 10 rojan ji girtin, heya niha çare nivîsa wî nerone.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, 4ê Xermanan welatiyik ji xelkê şarê bokan bi navê “ Nasir Kerîmî” kurê Ewdila, ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya vî şarî li cê kar kirinê hat girtin û bi ciyik nekivş hat raguhastin.

Tê gotin , Nasir Kerîmî xwedî jin û male û hostayê “ cilobend saziya maşîn”e ku roja duşema borî de ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Bokan li rewşa kar kirinê de li cîde hatiye girtin.

Heya weşana vê nûçê, ser ji hinde bi dû çona binemala Nasir Kerîmî ji çere nivîs û hegera girtina kurên xwe , hêzên ewlehiya şarê Bokan çi agadariyik bi wan nedane.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li midê 43 rojên borî de 38 welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îran ji aliyê hêzên ewlehî û milîtarî hatine girtin.

Ew statîstîka hejmariye û bi piştrast bûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa tên parvekirin, bi balkêşandin bi rewşa ewlehiya herêmên Kurd rûniştiyên Îran( herêmên Kurdistanî) û her wisa nebûna ragihandinên azad, dibe ku jimara serast ji vê hindê ji zêdetir be.