Girtina Jine Karnaseka Kurd li Firokexaneya Kirmaşanê

14:59 - 27 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li rewşa û çarenûsa jineka karnasa Kurd ya xelkê bajarê Kirmaşanê ku li heftiya bihûrî de li firokexaneya navneteweyî ya vî bajarî hate girtin, çi zaniyariyek li berdest de niye.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Gîta Rizayî Zîlanî”karnasê “Nerm Efzar”li Kompaniyayekî biyanî, roja 18’ê Hezîrana 2013’an li demekê de ku xwestiye li Kirmaşanê biçe derê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên firokexaneya “Eşrefî”hatiye girtin.

\"13502.jpg\"
Gîta Rizayî Zîlanî،karnasê Nerm Efzar li Kompaniyayekî biyanî
Nûçegihaniya Hêrana li zimanê parêzerekê bilav kir, hêzên Îttlatî piştî girtina “Gîta Rizayî”serdana mala navbirî kirine û dest danine ser Kompiyotêr û hejimarek ji kelupelên takekesî yên navbirî.

Hêzên Îttlatî gef ji malbata vê kirine ku nabe nûçeya girtina keça wan li mêdyayan de bihê bilav kirin.

Piştî derbas bûna pitir ji heftiyekê li girtina Gîta Rizayî, hêzên Îttlatî heya niha çi zaniyariyek li ser sedem û sebebê girtina vê bilav nekirine.