girtina hejmarik ji xebatkarê Olî yên Sunnî li Kurdistan

19:38 - 14 Gulan 2014
ajansa kurdpa: senterên êminî yên hukûmeta islamiya Îranê li Kurdistan, ya kêm, 3 welatiyên Kurd yên Sunnî, girtin û bi ciyik nekivş raguhastin.

Gorekî raporeta ajansa nûşe gihaniya Kurdpa; roja borî de, 3 welatiyên Kurd, bi navên: Ehmed Keremî, 39 salî, Nasir Zariî, 33 salîûAdil, ji aliyê dezgeha ewlehiya şarê Seqizê de hatin girtin.

Ev 3 welatiyên Kurd ku paşî girtinê bi ciyik nekivş hatibûn raguhastin; her 3 ji xebatkarên Olî yên Sunnî bûne.

Li vê barê de, kempêyna protesto kirina bi sêdaredana girtiyên Olî yên Sunnî, nivîsîne: hevdem li şarên Kamiyaran, Sine, Merîwan û Banê jîçend kes ji xebatkarên Olî yên Sunnî, hatine girtin.

Ew serekanî, nûça girtina xebatkarên Olî yên li şarên din erênî nekir.

Pêştir jî li kutayiya heyva Xakelêwa îsal de ya kêm, 9 xebatkarên Olî yên Sunnî, li şarên Bokan û Mihabad, ji aliyê wizareta ewlehiyê de hatibûn girtin.

Mesûd Cewadî, Namiq Dildil, Mohemmed Resûl Zadê, Mohemmed Mohemmedî, Ibrahîm Resûlî, Ebdul Rehîm, Soran Fatihî, Ebdul Hadî Azerm, Ceifer Xefûrîû Ibarhîm Qedrîfer, ew kesanin ku li heyva borî de hatine girtin.

Heya weşana vê nûçê, çi zanînik ser cê ragirtin û tometa wan xebatkarên Oliyên Sunnî, çinine.

Bi dû serdana Elî Xaminêyî, rêberê hukûmeta islamiya îran li heyva Banemera sala 1388a rojî bi şarê Sinê, sîpela sirtina xebatkarên Olî yên Sunnî li Kurdistanê de despêkir.