Girtina du havwelatiyên Kurd li bajar Kirmaşanê

16:51 - 10 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Kirmaşanê du welatiyên Kurd binçav kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Yekşem berwar 9’Hezîrana 2013’an du welatiyên Kurd binavên “Meysem Heyderî” û “Resûl Keremî” ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin û jibo cihek nediyar hatin şandin.

Tê zanîn ew du welatiyê Kurd sev pişikdarî di xwepêşandanên roja Yekşemiyê li hember deriyê Parêzgariya Kirmaşanê hatibine girtin.

Her di vê derheqê de malpera Kurdistan Media Bilav kir ku: Hêzên Îttlatî li dema çûn bo mala wan welatiyên Kurd, xwe bi memûrên “Îdareya Post û Muxabiratê” dayne nasandin û piştre derbasî nav mala wan bûne û ew du kese girtine.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê li cihê ragirtin û rewşa wan du welatiyên Kurd çi zaniyariyek li berdest de niye.

Roja Yekşemiyê berwar 9’ê Hezîrana 2013’an pitir ji 1000 kes ji welatiyên xelkê Kirmaşanê seva şermizar kirin û bêrêziya hêzên dewleta Îranê li hember Kurdên Yarsanî, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Xwepêşanderên Kurd jibilî mehkûm kirina v kiryara hêzên dewleta Îranê li hember Kurdên Yarsanî, daxwaza azad kirina Mêhrdad Rehmanî wêne helgirê binçav kirî kirin.