Girtina 3 xwendekarê Yarsan li zanîngeha Razî li Kirmanşan

18:47 - 13 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: 3 xwendekarê Kurd yên Yarsan, ji aliyê ajanên bi kinc-sivîl yên hukûmeta islamiya Îranê de li Kirmanşan, hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, hêzên bi kinc sivîl yên wizareta ewlwhiya hukûmeta islamiya Îran, 3 xwendekarê Kurd ji zanîngeha Razî li Kirmanşan de,. Ber derê vê zanîngehê, revandin.

Bi gotina kesên wir, hêzên ewlehiyê, li despêkê de hewl dabûn ku 2 xebatkarê xwendekariyê yên bawirmendê Ola Yarî, bi navên Cehangîr Selîmîû Vehîd Furûdî, bigirin ku, tev hember rawestana wan xwendekaran rûberû bibûn.
\"23120.jpg\"
Cehangîr Selîmîû Vehîd Furûdî, 2 xebatkarên xwendekarê yarsan
Hevdem tev girtina van 2 xwendekaran, xwendekarik din bi navê Subhan Rehîmî, ku tev wan hêzên bi kinc sivîl şer kiriye, tev van 2 xwendekarê din, ketiye ber lêdanêû hatiye girtinê jî.

Tê gotin: hêzên bi kinc sivîl ku, xwedî dermançe û bêsîm bûne, li dema girtina wan 3 xwendekarên Kurd de, bi tûndî sivikatî bi van xwendekaran kirine.

Heya niha , hegera girtina wan 3 xwendekaraên Kurdên Yarsanîû cê ragirtina wan bo kes û malbatên wan ron nebûye.

Li midê wan 3 salên borî de, civaka Yarsanî li Îran û bi taybet li Kirmanşan de, ji aliyê senterên ser bi hukûmeta islamiya Îranê de, tûşî sivikatiyan bûne.