Girtina 13 endamên sipaha pasdran li Ormî bi hegera kirîn-firotina çek

12:15 - 19 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: 13 endamên sipaha pasdaranên Ormî, bi hegera kirîn-firotina çekên Raw(Nêçîr)ê, hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; parastina ewlehiya sipaha pasdarana şarê Ormî, li mideyê heftiya borî de, fermandeyik paye bilind tev 12 endamên dine wê rêxiravê hatiye girtin.

Ew berpirsê milîtarî, bi kirîn-firotina çekên rawê hatiye tawanbar kirin.
Malpera Kurdistan Media, nasnama yekik ji wan berpirsên hatî girtin li şarê Ormî, “ E.X”, ragihandiye.

Ew endamên sipaha passdaran, li sala borî de, li çendîn gundên dewera Ormî, 400 çek yên taybet bi nêçîr(raw), kom kiribûn ku paşî ew firotibûn.

Ew serekanî ji zimanê xwedî wan çekan ku ji xelkê gundên dewera şarê Ormiyêne, diveşîne: Ev karê senterên êminî û intizamiya Îran û ser ji nû firotina wan çekan, neyasayî û bi rêka nedurusta berpirsên paye bilindê wê damerzdandiyê ye.

Girêdayî bi vê hindê, raportêrê Kurdpa li şarê Bokan, ji zimanê hejmarik ji welatiyên vê şarî û bi pişrast kirin bi ragihandiya yêkitiya Terebar firoşan, navê wan kesan, Xusro Abid, fermandeyê pêşde yê sipaha pasdran, Husêyn Mînayî, şaredarê pêşde yê Bokan û Fettah Yûsof Zadê, endamê pêşde yê şoraya islamiya vî şarî, ragihandiye.